![]() |
Xwedê ez yara te me lawiko lo
Îsev mêvané te me lawiko lo
Destê xwe bi destê min de lawiko lo,
Vî dilê min meşikîne lawiko lo!
Dora gundê me bidar e lawiko lo
Keç û xort evîndar in lawiko lo
Destê xwe bi destê min de lawiko lo,
Vî dilê min meşikîne lawiko lo!
Dora gundê me bigul in lawiko lo
Keç û xortên me bidil in lawiko lo
Destê xwe bi destê min de lawiko lo,
Vî dilê min meşikîne lawiko lo!
Dilkê min bievîn e lawiko lo
Hemû ês û birîn e lawiko lo
Destê xwe bi destê min de lawiko lo,
Vî dilê min meşikîne lawiko lo!