![]() |
Ez nakevim bin destê kes
Nabim xulam û malê kes
Zîncira wan ez diqetînim
Wek pêleka derya me ez
Bona gelan li her deran
Rizgarî ya hemû kesan
Bo rojaka azadiyê
Tifingaka cengê me ez
Bona şehîd misku gulav
Bo bendîyan ezim silav
Hem saz û awazên we me
Hem cakurê Kawa me ez