![]() |
Tembur destê min da diçim
Katim riya Evropayê
Diçim naçim rê nabînim
Bi tirsim ez venagerim
Ax welat can welat
Ji te dûr mam welat
Temburvanim dengbêjim ez
Ji welat dûr xerîbim ez
Ez digirîm ez dibêjim(dibezim)
Bê welat wek sêwîme ez
Kurdistan (Welat) tu canê minî
Tu ronî ya çavê minî
Her dem tu ber çavê minî
Tu dermanê dilê minî