![]() |
Rozerîn Kahraman li Mezraya Sor a Xozatê ku li ser Dêrsimê ye hatiye dinê. Wê zaroktiya xwe li welatê xwe yê şîrîn ku ew wek can û rihê xwe jê hez dike; warê Seyît Riza ku digot ”Axa pîroz”. Wê ji ber ewlekariya xwe pêşî bi malbata xwe ve barê Xarpêtê kirin. Rozerînê ji wir jî di sala 1988an de koçê Swêdê kir.
Wê axa ku li ser baz dida, dilîstin bi lingên xwe ve rahişt, kulîlkên çiya, catir, rihan û nêrgizên ku bîhn dikir hîn îro jî bîhnên wan di pozê wê de ne û xaniyê lê mezin bûbû ew hîn di dilê xwe de radigre. Mêweyên behçeyên bêsênc ên welatê xwe, hîn di çav û mejiyên xwe de diparêze.
Rozerîn Kahraman ji ber şukirinê (mêrkirinê) demeke navber dabû xebatên xwe yên muzîk û kasetamadekirinê. Lêbelê dîsa jî agirê evîna xwe ya muzikê wenda nekiribû û xebata xwe ya bi beste, gofte bi pêş dixist. Di van salên dawî de, li gelek welatan konser amade kir û beşdarî festîval, weşanên radyo û bernameyên televîzyonan bû. Herweha bi stranên xwe yên giranbiha têkiliyên xwe bi gelê xwe re xurt kir.
Rozerînê Kahraman, evîna xwe ya muzîk û stranan li Swêdê jî wenda û kêm nekir. Bi dengê xwe yê xweş û şîrîn, keser, hawar û qîrînan çewsandinê, talan û zordestiyê bi albûma xwe hêja xîtabê dilên hestiyar kir. Wê carnan feryada girtiyê evînê, li pelekên ewran siwar kir û carnan straneke xemgîniyê bi dengekî şewitî kete kûrahiya dilê me. Di sala 2002an de, bi navê ”Ax Welat” kasetekê amade kir û ket nav karwanê muzîkhezan. Rozerîn bi vê kaseta xwe, ji aliyê xelkê ve hat hez kirin. Niha Rozerin Kahraman be albüma duyem “WÊLATÊ MA VÊSENO” ”DEVZERÊ” carek din bigihe muzikhezan. Albûm bi zaravayên Dimilî(zazakî) û kurmancî û bi tirkî hatiye amade kirin. Di vê albûmê de çend goftekar û bestekar hene. Rozerîn Kahraman bi gotin û tembûra xwe albûnê dewlemend û rengîn kiriye. Bi strana Dimilî(zazakî), ”Varto Zerê Mide”(Varto di dilê min de), keserî, diltengî û bîyantiyê tîne zimên. Bi stranên xwe yên din jî Rozerîn bêdadî, serdestî û wêraniyê radixe ber çavan û di şanên mejiyê mirov de bi cih dike.
Rozerîn Kahraman bi axa welatê xwe, dîroka xwe û gelê xwe ve girêdayî ye. Dema ew dibêje “Staranên min qîrînên azadiyê ne”, hezkirin û girêdana xwe ya bi muzîkê re tine zimên. Di vê rêwîtiya me ya şiverê, serberjêr û serberjor de, ez jê re serkeftinê dixwazim, bi hêviya cîhaneke wekhevî, aramî û biratî!
Ali Kızılgedik / alikizilgedik@yahoo.de
www.rozerin.com
www.rozerinkahraman.com